Em Operasyona li dijê ROJ TV û Rêxistina PKK Protesto dikin
نێردراو له لایهنwebmaster له ڕۆژی
Em di wê bawerîyê dene ku; van operasyonên ku ev çend rojin li Italya, Firansa û Belçîka li dijê PKK û bi taybetî jî li Belçîka li dijê weşana ROJ TV li ser berjewendîyên aborî û metirsîyên sîyasî hatine kirin. Em tu egerekî din di vê demajoya niha de ji bona van operasyonan nabînin. Ji ber vê jî em van operasyonan protesto dikin.
سهرجهم بابهتهکه
Em Operasyona li dijê ROJ TV û Rêxistina PKK Protesto dikin
Em di wê bawerîyê dene ku; van operasyonên ku ev çend rojin li Italya, Firansa û Belçîka li dijê PKK û bi taybetî jî li Belçîka li dijê weşana ROJ TV li ser berjewendîyên aborî û metirsîyên sîyasî hatine kirin. Em tu egerekî din di vê demajoya niha de ji bona van operasyonan nabînin. Ji ber vê jî em van operasyonan protesto dikin.
Van operasyonan civata kurd li seranserê Ewropa û li Kurdistanê nerehet kirîye. Em kurd van operasyonan li dijê berjewendîya kurdan dibînin, her weha em bawernakin ku di van operasyonan de egerek metirsîya ewlekarî hebe, ev ji ber egerên berjewendîyên aborî û sîyasî hatine kirin.
Em kurd nerazîne ku di tu warî de û li tu astî pirsgirêka kurdan bi dewletên mêtinkar re bibe bazara berjewendîyên aborî û sîyasî. Dewletên Ewropa li şûna alîkarîya çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê bibin û alîkarê rakirina zordarî û hovîtîya ser neteweya Kurd bibin, ew operasyonan li ser dezgeyên kurdan dikin û navê kurd li ber raya giştî piçûk dixînin.
Em Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda HEVKARÎ bang li van dewletan dikin ku van operasyonan rawestînin û di serî de Birêz Zubeyir Aydar û Remzî Kartal û tevî kesên binçavkirî bên berdan. Her weha em bang li Dewleta Belçîka dikin ku astengên li pêşîya weşana ROJ TV rakin.
Em gazî kes û sazîyên merivhes û demokrat dikin ku li hember van operasyonan derkevin û şermezar bikin.
6 Adar 2010
Hevkarîya Partî û Rêxistinên Kurdistanî li Hollanda
HEVKARÎ